Doktorê Trump: Dibe ku sibe vegere Koska Spî
05 cotmeh 2020 02:18
PeyamaKurd – Doktorê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê li Nexweşxaneya Walter Reed ku tedawiya wî ya koronoyê dike li ser rewşa Trump civîneke rojnamevanî li dar xist.
Dr. Sean Conely li ser rewşa tenduristiya Trump got ku doh rêjeya oksîjena wî daket %93, lê niha di asta %98 de ye û ji tenduristiya wî ne bi fikar in.
Doktorê Trump da zanîn ku gurçik û pişika Trump bi awayekî baş kar dikin û wan dermanê Dexamethasone daye wî ku dibe Sibe Duşemê Donald Trump ji nexweşxaneyê derkeve û derbasî Koşka Spî bibe.
Doktorê taybet ê Trump got ku şeva Pêncşemê û sibeharoja Înê “tayeke bihêz” li ser Trump hebû, lê niha baş e û heger wisa bidome ji sibe şûnde tedawiya wî dikare li Koşka Spî berdewam bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Jêderekî nêzîk îdareya Trump: Dibe ku Îran heta meha Îlonê nemîne
03 nsn 2025
Cîhan
Herêma Kurdistanê’ jî besdarî merasîma sondxwarinê ya Trump dibe
18 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin