Trump gef li Îranê xwar: Ji bo we dê ne baş be
Serokê Amerîkayê Donald Trump, hişyarî da Îranê û got: "Berî ku rewş xirabtir bibe, hinek cidiyetê nîşan bidin; wekî din, dê encama vê yekê ji bo we gelek giran bibe.”
|
Türkçe
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir Îran daxwaza lihevkirinekê dike lê ji gel re jî dibêje ku ew li ser pêşniyarê difikirin.
Trump ji vê helwestê nerazîbûna xwe nîşan da û gel li Îranê xwar: “Berî ku pir dereng bibe cidiyeta xwe nîşan bidin, wekî din dê encam qet ne xweş bin.”
Trump bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.
Serokê Amerîkayê got: "Ew (Îran) bi rastî ji me lava dikin ku em bi wan re lihevkirinekê bikin. Divê ew vê yekê bikin ji ber ku ew ji aliyê leşkerî ve hatine têkbirin û tu şansa wan a başbûnê tune ye."
