Trump dîsa gef li Îranê xwar

27 tîrmeh 2026 19:38

Trump bi daxuyaniya ku danûstandin li ser daxwaza Çîn û Pakistanê ji nû ve dest pê kirine, got: "Em bi Îranê re danûstandinên kûr dikin. Eger di demeke nêzîk de serkeftin neyê bidestxistin, em ê vegerin ser çalakiya leşkerî ya berfireh."

Trump dîsa gef li Îranê xwar

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê aloziya bi Îranê re daxuyaniyên nû da.

Trump anî ziman ku têkiliyên bi Îranê re li ser daxwaza Çîn û Pakistanê ji nû ve dest pê kirine û diyar kir ku niha di navbera aliyan de danûstandinên kûr tên kirin.

Trump da zanîn ku kanalên dîplomatîk vekirî ne, lê tekez kir ku Amerîka li benda encamên berbiçav e.

Trump ev tişt gotin:

"Li ser daxwaza navbeynkaran (Çîn û Pakistan), min careke din derfet da danûstandinên bi Îranê re. Em bi Îranê re danûstandinên kûr dikin. Eger di demeke nêzîk de serkeftin neyê bidestxistin, em ê vegerin ser çalakiya leşkerî ya berfireh. Ez ê demeke pir dirêj nedim dîplomasiyê."