Îranê gef li Trump Xwar: Wê leşkerên we bibin xwarina segmasiyan
Fermandariya Leşkerî ya Îranê, li hemberî planên Amerîkayê yên bo operasyona bejayî daxuyaniyeke tund belav kir. Tahranê ragihand ku eger Amerîka gavê biavêje, dê "termên leşkerên wan ji Kendavê derkevin."
RûpelNews - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatem-el-Enbiya Îbrahîm Zolfegharî, di daxuyaniya xwe de îddîa kir ku Donald Trump ji ber "doza Epstein" di bin zexta Mossadê de ye. Zolfegharî got: "Trump ji ber nexweşiya derûnî û zextên Siyonîstan naxwaze rastiya şer bibîne. Ew bûye kukleyek di destê Îsraîlê de da ku herêmê dixe nav agirê şerekî mezin."
"Leşkerên Amerîkî bi Tenê Mane"
Fermandarê Îranî bal kişand ser rewşa leşkerên Amerîkî yên li herêmê û got ku serkirdayetiya wan li Washingtonê ji qada şer dûr e. Zolfegharî wiha berdewam kir: "Serokê Amerîkayê yê ku derewkerê herî mezin e, artêşa xwe xistiye nav zozaneke kujer. Leşkerên wan ji baregehên xwe yên wêranbûyî direvin û li welatên herêmê penaber dibin."
"wê termên wan bibin xwarina segmasîyên Kendavê"
Derbarê îhtimala operasyoneke bejayî li ser giravên Îranê de, Zolfegharî hişyariyeke xwînî da: "Lehengên Îslamê bi saniyan deman dihesibînin da ku artêşa we parçe bikin. Dagirkerî dê ji bilî windabûna termên leşkeran ti encameke din nede. Leşkerên Amerîkî dê bibin xwarineke baş ji bo segmasiyên Kendava Persê."
Banga ji bo Dîroka Îranê
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hat kirin ku dîroka berxwedana Îranê bixwînin: "Ji ber xeyalên serokekê dîn, leşkerên xwe neşînin nav devê mirinê. Nehêlin gelê Amerîkayê ji ber van biryarên xeternak bicehire."
