Trump diçe Tirkiyeyê
Hakan Fidan ragihand ku Donald Trump plan dike ku beşdarî Lûtkeya NATOyê bibe ku dê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqerê were lidarxistin.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan di nirxandinên xwe yên ji bo Bloomberg TV de derbarê têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê û rojeva NATOyê de daxuyanî da.
Fidan diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku di van demên dawî de çend caran bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bi telefonê axivî, dê beşdarî Lûtkeya NATOyê ya li Enqerê bibe.
Di bersiva pirsa gelo Trump dê beşdarî lûtkeyê bibe, Fidan got, "Bi qasî ku em dizanin, erê, ew plan dike ku beşdar bibe."
Fidan her wiha diyar kir ku Serokê Amerîkayê di axaftinên telefonê yên di navbera Erdogan û Trump de meha borî niyeta xwe ya beşdarbûna lûtkeyê anî ziman.
Fidan destnîşan kir ku Amerîka ji hevalbendên xwe yên NATOyê dixwaze ku lêçûnên xwe yên parastinê zêde bikin, û got ku welatên Ewropî di vî warî de gavan diavêjin. Fidan got, "Amerîka zextê li hevalbendên xwe dike ku berpirsiyariya ewlehiya xwe zêdetir bigirin ser xwe. Dema ku rêber werin cem hev, em ê pêşketinên ku hatine çêkirin binirxînin."
