Trump diçe maça finalê: Kûpaya Cîhanê dê bide tîma yekem
Bi awayekî fermî hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja yekşemê 19ê Tîrmehê, beşdarî fînala Kûpaya Cîhanê ya di navbera Spanya û Arjantînê de be bibe.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump dê ji tribunan li fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an a di navbera Spanya û Arjantînê de temaşe bike. Qesra Spî bi awayekî fermî piştrast kir ku Trump dê beşdarî fînalê bibe ku dê li Stadyuma MetLife a li New Jersey were lîstin.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ragihand ku Trump dê beşdarî pêşwaziya FIFAyê ya ku dê li Trump Tower a li New Yorkê were lidarxistin bibe û dê roja Yekşemê 19ê Tîrmehê ji bo fînala Kûpaya Cîhanê li ser kursiya xwe ya li stadyûmê rûne.
Bi vî awayî Trump di Kûpaya Cîhanê de dê cara yekem di dema fînalê de li stadyûmê temaşeyî maçekê bike.
