Trump cezayên ser Tirkiyê îro îmze dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Amerîkayê Donald Trump, budçeya sala 2020an a berevaniya Amerîkayê ku cezayên ser Tirkiyê jî tê de cî digirin a 738 milyar dolaran îro îmze dike.
Di budçeya parastinê ya sala 2020an de ji ber kirîna S400ên Rûsî û xeta borûya gazê ya ligel Rûsyayê ji aliyê senatoya Amerîkayê ve, dorpêç li ser Tirkiyê hatibûn sepandin.
Herwiha di projeyasaya hatiye pejirandin de, balafirên F-35an jî nadin Tirkiyê ku di çarçoveya yasaya CAATSA ya Amerîkayê de ew dorpêç hatine sepandin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser biryara senatoya Amerîkayê ya dorpêçan gotibû, ew ê jî bersiva Amerîkayê bidin û dê herdu alî jî zirarî bibînin.
Trump jî beriya niha ragihandibû ku ew dê projeyasaya budçeya berevaniyê îmze bike ku dorpêçên ser Tirkiyê jî tê de cî digirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin