Biryara cezakirina Tirkiyê car din çû ber destê Trump: Gelo wê îmze bike?

04 berfanbar 2020 18:24
Biryara cezakirina Tirkiyê car din çû ber destê Trump: Gelo wê îmze bike?

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) projeyasaya ku ji ber kirîna sîstemên parastina asmanî S-400ên Rûsî cezakirina Tirkiyê tê xwestin pesend kir. Herwiha Kongreya Amerîkayê jî rewşa dawî ya projeyasaya dorpêçan amade kiriye û pêşkeşî Serokê Amerîka Donald Trump kir.

Li gorî projeyasaya dorpêçan, divê ji dema pesendkirina projeyasayê heta 30 rojan Serokê Amerîkayê herî kêm 5 bijardeyên cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî kongreya Amerîkayê di çarçoveya qanûna CAATSA de cezakirina Tirkiyê xwestibû lê Donald Trump ew biryar îmze nekiribû.

Niha jî careke din biryara dorpêçan beriya bidawîbûna seroktiya wî diçe ber destê Trump lê nayê zanîn wê îmze bike yan ji serokê hilbijartî Joe Biden re bihêle.