Reuters: Trump dorpêçan berfirehtir dike û biryara bo Tirkiyê diguhere

02 nîsan 2019 18:34
Reuters: Trump dorpêçan berfirehtir dike û biryara bo Tirkiyê diguhere

PeyamaKurd – Rayedarekî Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hizir dike dorpêçên aborî yên ser Îranê berfirehtir bike û biryara ji bo welatên wekî Tirkiye ku hîn petrola Îranê dikirin jî biguherîne.

Li gor rayedarê Amerîkî ku ji Reutersê re axivî ye, dê Trump di salvegera biryara vekişîna ji peymana nukleerî ya ligel Îranê de, dorpêç û ambargoyên aborî yên li ser Îranê berfirehtir bike.

Heman çavkaniyê diyar kir, dê biryara mûafgirtina ji dorpêçan bo demekê ya 8 welatan ku Tirkiye jî di nav de cî digire were guhertin ku mebesta Amerîkayê bi temamî rawestandina îxrackirina petrola Îranê ye.

Welatên wekî Çîn, Hindistan, Japonya, Koreya Başûr, Îtalya, Yewnanistan, Teywan û Tirkiye heta meha Gulanê ji dorpêçên ser kirîna petrola Îranê mûaf hatine girtin, lê îhtimale  ew biryar were hilweşandin û welatên navborî êdî nikaribin bi Îranê re ti danûstandineke bazirganî bikin.