Pûtîn û Sî peymana bazirganî îmze kirin, Trump gefa dorpêçan li Çînê xwar

06 hezîran 2019 21:00
Pûtîn û Sî peymana bazirganî îmze kirin, Trump gefa dorpêçan li Çînê xwar

PeyamaKurd - Serokê Çînê Şi Jinping ku ji bo beşdarîya Forûma Aborî ya St. Petersburgê li Rûsyayê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya û piştî civînê hat eşkerekirin ku Peymana Bazirganî ya Stratejîk di navbera herdu welatên Çîn û Rûsyayê de hatiye îmzekirin.

Jinping ji bo Serokê Rûsya Vladimir Putin got, "Dostê min yê herî baş e" û bi bîr xist ku wî di 6 salên dawî de bi Putin re nêzî 30 hevdîtin kirine.

Putin jî dîyar kir ku ew bi hevkarîya Rûsya û Çînê kêfxweş e û got ku ew bi awayekî stratejîk tevdigerin.

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku heger ew bi Çînê re di hevdîtinên bazirganî de li hev nekin, tedbîrên nû bên standin.

Trump gefa toleyên nû li Çînê xwar û got ku dibe bacên nû bo berhemên bi nirxa 300 milyar dolaran ên Çînê bên danîn.