Trump biryara sandina 1500 leskeran bo Rojhilata Navîn pesend kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara şandina bi qasî hezar 500 leşkerên din bo Rojhilata Navîn pesend kir.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji ber aloziya navbera Amerîka û Îranê daxwaza şandina ji 5 hezaran heta 10 hezar leşkeran bo Rojhilata Navîn kiribû.
Hat ragihandin ku Trump biryara şandina hezar 500 leşkeran pesend kiriye.
Donald Trump piştî daxwazên Pentagonê gotibû, hewce nake leşkerên zêdetir bişînin Rojhilata Navîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin