Trump: Bêyî ku êrişkirina Îranê peymanek were îmzekirin ez ê keyfxweş bibim

19 gulan 2026 08:33

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku êrîşa plankirî hatiye paşxistin û destnîşan kir ku danûstandinên bi Îranê re nêzîkî peymanekê dibin. Trump got, "Heke bêyî êrîşkirina li ser Îranê peymanek were girêdan esz ê kêfxweş bibim."

Trump: Bêyî ku êrişkirina Îranê peymanek were îmzekirin ez ê keyfxweş bibim

RûpelNews - Serokê DYA Donald Trump piştî çalakiyeke li Qesra Spî, bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojeva Îranê de da. Trump got ku serokên Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Qeterê telefonî wî kirine û jê re ragihandine ku di danûstandinên bi Îranê re peyman nêzîk e.

"Min niha bo demekê êriş paş xist"

Trump, ku amaje bi paşxistina êrîşa plankirî ya li ser Îranê kir got, "Min ev ji bo niha paş xist; ez hêvî dikim ku ew ê her û her be. Em bi Îranê re danûstandinên pir berfireh dikin û em ê bibînin ka ev ê ber bi ku ve biçin."

Trump destnîşan kir ku serokên welatên navborî daxwaz kiribûn ku êrîş ji bo çend rojan were paşxistin û diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re nêzîkî encamê dibin û ku wî jî ev daxwaz qebûl kiriye.

Trump: Têkiliya rasterast bi Îranê re berdewam dike

Trump, ku tekez kir têkiliya rasterast bi Îranê re berdewam e, got, "Ez ê kêfxweş bibim heke em karibin bêyî êrîşkirina li ser Îranê peymanekê misoger bikin." Trump, ku dubare kir di bin egera her peymanekê de divê Îran nebe xwedî çekên atomî, destnîşan kir ku di rabirdûyê de demên wisa hebûn ku wan difikirî peyman nêzîk e, lê ti encam bi dest neketibû.

Wan ji Trump xwest ku êrîşê pêk neyne

Di vê navberê de, Trump di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Truth Social de eşkere kir ku Emîrê Qeterê, Şêx Temîm bîn Hamed Al Tanî, Mîrê Erebistana Siûdî, Mihemed bîn Selman û Serokê Îmaratê, Mihemed bîn Zayid el-Nahyan, daxwaz kiribûn ku êrîş were sekinandin. Trump diyar kir ku, li gorî vê yekê, wî fermana paşxistina operasyona ku ji bo 19ê Gulanê hatibû plankirin, derxistiye.

"Eger lihevkirin çênebe, dê operasyonek hebe"

Serokê DYAyê her wiha diyar kir ku wî Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Sererkanî General Daniel Caine û artêşa DYAyê agahdar kiriye ku êrîş dê pêk neyê, lê wî ferman daye wan ku eger lihevkirineke qebûlkirî pêk neyê, amadekariyên ji bo operasyoneke berfireh a li dijî Îranê bidomînin.