Iraq û Îranê peymanek û 3 lihevtêgihîştin îmze kirin

23 tîrmeh 2026 19:16

Iraq û Îranê peymanek û 3 lihevtêgihîştin îmze kirin ku yek ji wan ji bo danîna xeta hesinî ya ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê ber bi Bexdayê ve ye.

Iraq û Îranê peymanek û 3 lihevtêgihîştin îmze kirin

RûpelNews - Şandeya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî li Tehrana paytexta Îranê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û berpirsên Îranê re peymanek û 3 lihevtêgihîştin îmze kirin.

Di navbera Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de ji bo veguhastina bejayî ya di navbera Iraq û Îranê de peymanek hat îmzekirin.

Her wiha di navbera wan her du wezîran de ji bo avakirina xeta hesinî ya Kirmaşan-Xusrewî-Xaneqîn-Bexdayê lihevtêgihîştin hat îmzekirin.

Du lihevtêgihîştin jî di navbera Wezîrê Darayiyê yê Iraqê Falih Sarî û Wezîrê Aborî û Darayiyê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Medenîzade de hatin îmzekirin.

Yek ji wan taybet bi destebiratiya Tehran û Bexdayê bû û ya din jî taybet bi kargêriya hikûmî û rahênan û çavkaniyên mirovî bû.

Serdana şandeya Iraqê ya Tehranê

Vê sibehê, Falih Zeydî bi şandeyekê ku hejmarek ji wezîrên hikûmetê tê de beşdar bûn, bi serdaneke fermî gihîşt Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.

Piştî civîna li gel Serokkomarê Îranê, Elî Zeydî ragihand ku serdana wan ji bo gotûbêjkirina wan pirsgirêkan e ku taybet in bi her du welatan û herêmê.

Elî Falih Zeydî anî zimên, "Ewlehiya me hevbeş e û em rê bi ti gefên ji axa Iraqê ya li dijî Îranê nadin."

Zeydî daxwaza berfirehkirina veberhênana hevbeş a di navbera Bexda û Tehranê de kir.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Iraqê di civînê de pirsgirêka ewlehî, aborî û mekanîzmaya karê komîteya hevbeş a aborî ya her du welatan hatine gotûbêjkirin.

"Pêwendiyên me xwedî rehên dîrokî ne"

Elî Zeydî eşkere kir ku serdana wî "nûkirina pirê dîrokî ye ku ji aliyê ol, şaristanî, cografya û çandê ve her du gelan bi hev ve girê dide" û got:

"Ewlehiya me hevbeş e û em rê nadin ku axa Iraqê ji bo gefxwarina li Îranê were bikaranîn."

Ofîsê her wiha diyar kir ku Zeydî qala hevkariyên berê yên Îranê yên ji bo Iraqê yên di şerê li dijî DAIŞê de kiriye û xwestiye ku "veberhênana hevbeş di hemû waran de" dest pê bike.

Pizîşkiyan: Aramî û ewlehî kilîta bipêşketina aborî ye

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê de hatiye gotin ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan spasiya xelkê Iraqê kiriye ji bo beşdariya wan a di merasîma veşartina termê Elî Xamineyî de û amaje bi wê yekê kiriye ku hevbeşiyeke zêde di navbera her du gelan de heye.

Mesûd Pizîşkiyan ragihandiye, "Aramî û ewlehî ji bo her du aliyan girîng in, çimkî dê bandoreke rasterast li ser bipêşketina aborî bike."

Serokkomarê Îranê qala derfetên gelekî mezin ên veberhênanê yên di navbera her du welatan de kiriye û gotiye, "Pêwîst e sûd ji wan were dîtin."

Elî Zeydî îro gihîşt Tehranê û Ofîsa wî dibêje serdan li ser vexwendina Îranê bûye.

Ev serdan di demekê de ye ku Serokwezîrê Iraqê kêmtirî hefteyekê ye ji Amerîkayê vegeriyaye û di wê serdanê de 48 peyman di navbera her du welatan de hatibûn îmzekirin.