Trump 8.6 milyar dolarî çekên giran bo Rojhilata Navîn firot

02 gulan 2026 13:54

Serokê Amerîkayê Donald Trump firotina çekan a nû ya bi nirxê 8.6 milyar dolarî ji bo Kuweyt, Îmarat û Îsraîlê pesend kir.

Trump 8.6 milyar dolarî çekên giran bo Rojhilata Navîn firot

RûpelNews - Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, bêyî erêkirina kongreya li vî welatî, firotina çekan bi nirxê giştî yê zêdetirî 8.6 milyar dolarî ji bo hevalbendên xwe yên Rojhilata Navîn ên Îsraîl, Qeter, Kuweyt, Îmarat pejirand.

Li gorî raporeke Reutersê, Wezareta AMerîkayê diyar kir ku Wezîr Marco Rubio tespît kiriye ku rewşeke awarte heye û di encamê de, pêdiviya vekolîna kongreyê ya ji bo firotinên navborî hatiye betalkirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Derve, firotina pakêteke nûjenkirinê ya sîstema parastina hewa û moşekan a Patriot a bi nirxê 4.01 milyar dolarî ji Qeterê re û Sîstemên Çekên Pêşketî yên Rêberkirî yên Deqîq (APKWS) ên bi nirxê 992.4 milyon dolarî ji Îsraîlê re hatiye pejirandin.

Di pakêtê de herwiha firotina sîstemeke fermandariya şer a yekgirtî ya bi nirxê 2.5 milyar dolarî ji Kuweytê re, 992.4 milyon dolar APKWS ji Îsraîlê re, û 147.6 milyon dolar APKWS ji Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî re jî hebû.