Tom Barrack: Ji bo Kurdan bi hêvî me, em dê alîkariya Kurdan bikin
Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê û Balyozê li Enqerê, derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de got: "Ew karekî hêja ye, ez ji bo Kurdan hêvîdar im." Barrack, heyraniya xwe ji bo pêvajoyê anî ziman û diyar kir: "Ev derfetek e ku Kurdên li çar welatan dijîn bîne cem hev û derfetê dide Kurdan ku ew bi xwe diyar bikin ka jiyaneke çawa dixwazin bijîn."
RûpelNews - Tom Barrack, derbarê pêvajoya berdewam û danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê de daxuyanî da.
Di axaftina xwe ya ji bo The Amargi de, Barrack diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya ji bo çareserkirina pevçûneke ku zêdetirî 40 salan e berdewam dike, gaveke watedar e û ew jê hêvîdar e.
“Di wexta xwe de Kurd dewletek ava nekirin ev yek cîhê xemgîniyê ye”
Barrack, pesnê helwesta dewletê û siyasetmedarên Kurd ên beşdarî pêvajoyê bûne da û niha axivî: “Bi serkirdeyetiya Serok Erdoğan de, Hakan Fidan û İbrahim Kalın hewl didin ku bi Ocalan û Kurdên din re têkiliyan deynin. Ez bawer dikim ku ev rêyeke dirêj e. Ez heyranê malbatên Barzanî û Talabanî me. Kurd gelek hêja ne, û dîroka wan jî hêja ye. Cihê xemê ye ku wan bi demê re Kurd nekarîn dewleta xwe ava bikin.”
Barrack bal kişand ser belavbûna Kurdan a li nava çar welatan û hala hewla diyarakirina çarenivîsa Kurdan kir. Barrack got: “Ev pêvajo dikare Kurdan ji bo pêşerojeke hevbeş bine ba hev.”
“Li Sûriyê pêşerojeke geş bo Kurdan heye”
Tom Barrack ê ku behsa peymana HSD û Şmê jî kir got: “Ev peyman ji bo Sûriyê gaveke biçûk e bi min li Sûriyê ji bo pêşerojeke mezin û geş bo Kurdan heye û em jî bi biryar in ku aîkariya Kurdan bikin.”
Barrack girîngiya hevkariya ligel Kurdan anı zimên û niha axivî: “Em ji Kurdan her dikin. Ligel Kurdên li Sûriyê ligel Kurdên li Îraqê jî ku gelek alîkar bûn em xebitîn. Kurd ten çiyayan wek dostê uwe dibînin lê em jî dibin alîkar ku hemû welat ji Kurdan re bibin dost.”
