TMMOBê daxwaza betalkirina zêdebûna bihayê elektrîk û gaza xwezayî kir
PeyamaKurd – Odeyên girêdayî Yekîtiya Odeyên Bînasaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) li pêşiya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya li Enqerê, bi daxuyaniyeke hevbeş, daxwaza betalkirina zêdebûna bihayê elektrîk û gaza xwezayî kirin.
Odeyên girêdayî TMMOBê Sendîkaya Kedkarên Giştî yê Maden û Pîşesazî û Enerjiyê, Odeya Endezyarên Elektrîkê, Odeya Endezyarên Madenê, Odeya Endezyarên Makîne û Odeya Endezyarên Kimya li pêş Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî, bi daxuyanike hevbeş daxwazên xwe anîn ziman. Hejmareke parlamenterên CHPê jî piştgirî dan daxuyaniyê.
TMMOBê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir, zêdekirina bihayê elektrîk û gaza xwezayî bê betalkirin û daxwazên xwe wiha rêzkirin:
- Ji bo elektrîka avahiyan sînorê bihayê herî kêm ê mehane bo 230 kWh an bê bilindkirin.
- Cîbicîkirina alîkariya elektrîka 150 kWh bi zelalî bê kirin û bi raya giştî re bê parvekirin. Bo malbatên hejar jî sînorê alîkariya elektrîkê mehane wek 230 kWh bê diyar kirin.
- Li avahiyan rêjeya bacê bo elektrîk, gaza xwezayî û avê daxînin ji sedî 1ê. Herwiha kesên nikarin pereyên elektrîk, gaz û avê bidin dibe elektrîk, gaz û ava wan neyê qûtkirin û alîkarî bê dayîn.
- Li beramberêzêdebûna bilez a bihayê kelûpelan divê mûçeyê kedkaran jî di asteke ku bikaribin debara xwe bikin bê zêdekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin