VÎDEO | Li Bazidê li dijî zêdebûna bihayê elektrîkê xwepêsandan hat lidarxistin

04 sibat 2022 21:17
VÎDEO | Li Bazidê li dijî zêdebûna bihayê elektrîkê xwepêsandan hat lidarxistin

PeyamaKurd - Li bajarê Agirî navçeya Bazidê ya Bakurê Kurdistanê ji ber bihayiya zêde û hatina fatoreyên bilind ên elektrîkê xwepêşandaneke protestoyî hat lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên niştecihên Bazidê, ber bi Saziya Elektrîkê ve meşiyan û fatoreyên bilind ên elektrîkê ku êdî nikarin bidin protesto kirin.

Welatiyan bang li rayedaran kir ku dawî li zilma TEDAŞê ango saziya elekrîkê bînin û li dijî zêdebûna bihayê nirxê elektrîkê meşiyan.