Pûtîn daxwaza betalkirina wê peymanê kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê daxwaza betalkirina "Peymana Cezayê ya li Dijî Gendeliyê" ku di sala 1999an de bi Ewropayê re hatibû îmzekirin, kir.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşnûmeya qanûnê ya ji bo betalkirina Peymana Cezayê ya li dijî Gendeliyê ya bi welatên endamên Konseya Ewropayê re hatibû îmzekirin pêşkêşî Parlamentoya Rûsyayê kir.
Di pêşnûmeya ku Pûtîn pêşkêşî Dûmaya Meclîsa Jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê kir, hat xwestin ku Peymana Cezayê ya li Dijî Gendeliyê ya ku li ser navê Federasyona Rûsyayê di çarçoveya Konseya Ewropayê de hatibû amadekirin û di 27ê Çileya 1999an de li Strasboûrgê hatibû îmzekirin, bê betalkirin.
Di hincetkirina pêşnûmeyê de hat gotin, pêşnûmeya navborî ji ber ku Konseya Ewropayê endamtiya Rûsyayê ya di Koma Dewletên Dijî Gendeliyê (GRECO) de bi dawî kiriye hatiye amadekirin û şert û mercên wiha ji bo Rûsyayê nayên qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin