Tirkiyê sînorên herêma ewle eskere kir: Heta Qamislo…

16 rêbendan 2019 14:35
Tirkiyê sînorên herêma ewle eskere kir: Heta Qamislo…

PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa avakirina herêma ewle bi dirêjiya 32 kîlometran kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku divê ew herêm ji aliyê Tirkiyê ve were avakirin û kontrolkirin.

Tirkiyê li gorî xwe sînorên herêma ewle ‘tampon’ diyar kiriye ku di kûrahiya 30 kîlometran de 460 kîlometre sînorên Tirkiye-Sûriyê dihûndirîne nav xwe.

Li gor plana Tirkiyê dê herêma ewle bi kûrahiya 32 km û dirêjahiya 460 km be û ji gundê Sirîn ê başûrê rojavayê Kobanê dest pê dike û heta bajarê Qamişloyê dirêj dibe.

Herwiha di plana Tirkiyê de, bajarokên wekî Sirîn, Kobanê, Girê Spî, Serê Kaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Til Koçer û Dêriyê di nav herêma ewle de cî digirin.

Tirkiye naxwaze di herêma ewle de hêzên YPG/HSDê hebin. Herwiha rêveberiya Rojavayê Kurdistanê jî plana avakirina herêma ji aliyê Tirkiyê ve red dike û dixwaze ew herêm ji aliyê hevpeymaniyê û Amerîkayê ve were avakirin û kontrolkirin.