Tirkiye | Rêjeya dengên hevpeymanên hilbijartinê guherî!
PeyamaKurd – Rapîrsîna herî dawî ya hilbijartineke dahatî ya Tirkiyê hat eşkerekirin.
Li gor rapirsiya Kompaniya MAKê Hevpeymaniya Cumhur a jiAKPî û MHPê pêk tê dengên wê kêm bûne û rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet ya ji CHP û ÎYÎ Partî pêk tê zêde bûye.
Li gorî rapirsiya meha Îlonê û pirsa “Dengê xwe didî kîjan hevpeymaniyê?” ji sedî 45ê dengan ji Hevpeymaniya Millet a CHP-ÎYÎ Partî û ji derve jî HDPê piştgiriya wê kiribû re diçin.
Herwiha ji sedî 42yê dengên beşdarên rapirsiyê jî ji Hevpeymaniya Cumhur a ji AKP-MHPê pêk tê re diçin.
Dîsa ji sedî 8ê beşdaran gotine, ew dixwazin hevpeymaniyeke nû were pêkanîn û rêjeya dengên wan jî ji sedî 5 derketiye.
Lii ser pirsa “Pêwîst e hilbijartina pêşwext were kirin?” jî ji sedî 41ê belê û ji sedî 31 nexêr gotine û ji sedî 28 jî bêbiryar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin