Tirkiyê nexwesxaneya Efrînê bombebaran kir:16 sivîl hatin kustin

17 adar 2018 15:24
Tirkiyê nexwesxaneya Efrînê bombebaran kir:16 sivîl hatin kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafirên cengê yên Artêşa Tirkiyê nexweşxaneya serekî ya Efrînê bombebaran kirib û 16 sivîl kuştin gelek jî birîndar kirin.

Li gor medyayên nêzîkî YPGê balafirên şer ên Tirkiyê erişî nexweşxaneya Efrînê kirin û sivîl kuştin.

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê li Efrînê Dilgeş Ebbas diyar kir ku 3 roket îsabetî nexweşxaneyê bûne û 16 sivîl hatibe kuştin, birîndar bi 10an kesan in.

Nexweşxaneya Avrîn nexweşxaneya mezintirîn û serekîtirîn a Efrînê ye.