Di bombebarana Tirkiyê ya ser Kanî Masî de sivîlek birîndar bû
25 gulan 2021 19:47
PeyamaKurd – Ji ber topbarana Tirkiyê ya li ser binke û baregehên PKKê li sînorê nehiya Kanî Masî ya bi ser Duhokê ve, welatiyek birîndar bû.
Hat ragihandin ku îro demjimêr 11:30 li gundê Dişîşê ji ber topbarana Tirkiyê, welatiyekî sivîl birîndar bûye û ji bo nexweşiyê hat veguhestin.
Hêjayî gotinê ye, şeva borî jî ji ber bombebarana hêzên Tirkiyê bi ser PKKê de ya li derdora gundê Edenê gundî neçar man gundê xwe vala bikin derkevin.
Hat zanîn ku piştî bombebaranê û valabûna gundê Edenê, gundên Gerka û Dişîşê bê av mane ku ava wan ji gundê Edenê dihat.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di bombebarana Tirkiyê ya Kanî Masî de sivîlekî din birîndar bû
01 hzr 2021
Cîhan
9 gundên Kanî Masî di bin bombebarana Tirkiyê de ne
27 gln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin