Wezîrê Tirkiyê Hakan Fidan bi sêwirmendê ewlehiya Amerîka Sullivan re hevdîtinekî pêkanî

08 adar 2024 03:01
Wezîrê Tirkiyê Hakan Fidan bi sêwirmendê ewlehiya Amerîka Sullivan re hevdîtinekî pêkanî

PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li Washington a Amerîkayê bi şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê Sullivan re hevdîtinekî pêkanî

Hakan Fidan bi Sullivan re li ser babeta agirbesa li Xezzayê û zêdekirina alîkariya mirovî ji bo Xezzayê axifî. Fidan her weha xwest ku şerê Ûkraynayê zêde dirêj nebe, yekîtiya axa Ûkraynayê bê parastin.

Fidan xwest ku Amerîka têkiliyên xwe bi rêxistinên dewama PKKê yên li Sûriyê re bibire, îstîqrara li Iraqê bê parstin û li Qafqasyayê aştiya herêmê û pêvajoya aştiyê ya navbera Azerbeycan û Ermenistanê pêşde here.