Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan bi zarokên Îsmaîl Haniyye re hevdîtin pêkanî

11 tebax 2024 02:03
Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan bi zarokên Îsmaîl Haniyye re hevdîtin pêkanî

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi zarokên Îsmaîl Haniyye re hevdîtinekî pêkanî. Ji ber Îsmaîl Haniyye li Tehranê ji aliyê Îsraîlê de hatibû kuştin, Erdoğan sersaxiyê da zarokên Haniyye.

Erdoğan piştî balafirgeha Adanayê ya navdewletî vekir û çû Îstenbolê, li Îstenbolê her dû kurên Îsmaîl Haniyye Abdulsselam ve Hemmam Haniye qebûl kir.

Di qebûlê de sersaxiyê da zarokên Haniyye û di derbarê hevdîtinê de tişteka dinê nehat ragihandin.

Di qebûla Erdoğan de serokê MİTê İbrahim Kalın û serşêwirmendê serokkomariyê Sefer Turan amade bûn.