Tirkiye li Rojava li Dirbêsiyê li navendekî Meclisa Sûriya Demokratîk xist
27 berfanbar 2023 03:12
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bi balafira bi çek û ya bê ajotvan li Binxetê li navça Dirbêsiyê li navendekî Meclisa Demokratîk ya Sûriyê xist. Êrîş seet li dora 20.00an de bûye. Navend li Dirbêsiyê nêzî firûnekiye.
Artêşa Tirkiyê her weha li Dirbêsiyê bi dronê li xaniyê kesê bi navê Eşref El Kiya xistiye. Nayê zanîn bê di xanî de kes can daye an na.
Sê rojin ku Tirkiyê li Rojava li tesîsên bingehîn dixe, heya niha di êrîşan de 8 kes can dane û 18 kes birîndar bûn e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Jêderekî Rojavayê Kurdistanê: HSD û Tirkiye dê agirbestê ragihînin
29 adr 2025
Jiyan
17 fezlekeyên derbarê 14 parlamenteran hatine meclisa Tirkiyeyê
11 rbn 2025
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin