Tirkiye: Karê xaza Derya Res yê besa nav deryayê qediya
PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyan yê Tirkiyê Fatih Dönmez, li ser xaza ku li peravên bajarê Zonguldakê hatiye dîtin û ji bo birina xazê ji bo bejayiyê axifî. Tesîsa xazê li bajarê Zonguldakê li navça Çaycumayê li bajarokê Filyosê tê avakirin. Wezîr Dönmez, di tesîsê de geriya. Bi Dönmez re rêvebirê giştî yê TPAO Melih Han Bilgin, serokê Yargitayê Mehmet Akarca û serokê dadgeha Sayıştayê Metin Yener, serokê dadgeha bilind ya Danıştayê Zeki Yiğit û gelek kesên din hebûn. Dönmez weha got:
“Îro temamê avakirinên aliyê deryayê bi xetên wê ve qediya. Li ser testa wan û xistina dewrê xebat tên kirin. Di bejayiyê de 5.500 xebatkar û di deryayê de 2.500 xebatkar 24 siet dixebitin. Ez gelek caran têm kontrola xebata wan ya ji bo xazê. Her cara ez têm, bi min re mêvanên qedirbilind hene. Îro jî serokên dadgehên me yên bilind mêvanên me bûn. Armanca me, em amadekirina xazê bi tesîsên xazê ve bigihînin sedsala komara xwe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin