'Tirkiye ji perwerdehiya kurdî ya li Japonyayê ne razî ye, hewil dide bidawî bibe'
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Tirkiye ji kurdiya li Japonyayê ne razî ye û Wezareta Derve ya Tirkiyê pêkutiyan li hikûmeta Japonyayê dike ku dawî li dersên kurdî bîne. Vakkas Çolakê ku li zanîngehê dersan dide li hember vê helwestê şaşwaz bûye.
1ê nîsanê li ZankoyaTokyoyê dersên kurdî hatibûn dest pê kirin.
Tirkiye ji dersdana kurdî ne razî ye û ji bo hikûmeta japonî dawî li dersên kurdî bîne pêkutiyan dike.
Vakkasê Çolakê ku li ZankoyaLêkolînên Biyanî ya Tokyoyê dersên kurdî dide li hember vê rewşê şaşwaz bûye û dibêje li hember kurdiyê elaqeyeke mezin heye.
Li Japonyayê ev mijar bi destûrê hatine pesendkirin û ji ber azadiya perwerdehiya li Japonyayê mafê ti kesî nîne ku mudaxele bike.
Dersdar Çolak, “dersdana kurdiyê ji bo akademiya japonî jî girîng e lewra ev hewildan dê bandora li hikûmeta japonî neke.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin