MEDIA-DER ji bo kurdî bang kir
MEDIA-DERê diyar kir ku di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, di daxuyaniyekê de daxwaza “Ji kurdî re statû, perwerdehiya bi kurdî” dubare kir û bal kişand ser pêdiviya ku mafê zimanê dayikê yê hemû gelan were temîn kirin.
RûpelNews - Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayiyan (MEDIA-DER) ku li Tekirdagê, navçeya Çerkezkoyê, taxa Kizilpinarê çalakî dike, di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha ziman, çand û nasnameya gelê kurd hatine înkar kirin; her wiha hate xwestin ku kurdî di qada giştî û perwerdehiyê de statû bistîne. Her wiha hate gotin ku heta niha ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê gav nehatine avêtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li seranserê welatê de deh hezar dibistan û sedan zanîngeh bi tirkî perwerdehiyê didin, lê tu dibistana ku bi kurdî perwerdehiyê bide nehatîye vekirin. Di nivîsê de her wiha hate ragihandin ku piraniya gel perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê dixwaze; her wiha girtin û mohrkirina qurs û atolyeyên kurdî jî hatin rexne kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê kurd têkoşîna xwe ya çandî, zimanî û nasnameyî didomîne; û wek daxwazên bingehîn hatin rêzkirin ku polîtîkayên înkarê bidawî bibin, ji kurdî re ewlehiyeke destûrî were dayîn û mafê perwerdehiyê were nas kirin. Her wiha hate diyarkirin ku kurdî divê ji asta zarokan heta zanîngehê di hemû astên perwerdehiyê de cih bigire û xizmetên giştî bi gelek zimanan werin pêşkêş kirin.
Daxuyaniya ku bi gotina “Kurdî hebûna û rûmeta gelê kurd e” bi dawî bû, MEDIA-DERê di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxwaza “Ji kurdî re statû, perwerdehiya bi kurdî” dubare kir.
