Tirkiye: Hin hêviyên me ji Silêmaniyê hene!

14 adar 2024 14:00
Tirkiye: Hin hêviyên me ji Silêmaniyê hene!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê OncU Keçelî diyar kir ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan tekezî li ser helwesta Tirkiyê ya derbarê pirsa Silêmaniyê de kiriye û gotiye, “Hin bendewariyên me ji Silêmaniyê hene.”

Keçelî di civîna çapemeniyê ya ku li Wezareta Karên Derva hat lidarxistin da rojev nirxand û daxuyanî da.

Keçelî diyar kir ku di civîna Lûtkeya Ewlekariyê ya Tirkiye-Iraqê ya sibe li Bexdayê da mijarên hevkariyên ewlehiyê û eskerî wê bibin rojeva sereke. Wî destnîşan kir ku "pêşxistina têgihiştineke hevpar" di têkoşîna dijî terorê de û gavên berbiçav ên ku di vî warî de bên avêtin Wê li ser maseyê bin.

Keçelî bi bîr xist ku di lûtkeya dawîn de daxuyaniya 'PKK ji bo her du welatan weke xetereke hevpar hat pênasekirin' bi bîr xist û destnîşan kir ku ew pênaseya PKKê weke xetereke hevpar a ewlekariyê ya ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve weke 'nîşana îradeya têkoşînê' dibînin. Wî got ku wan "nîşanek dît ku biryardariya şerê li dijî PKKê li aliyê Iraqê destpê kiriye."

Keçelî di hevdîtinên bi DYAyê re bal kişand ser mijara avakirina mekanîzmaya hevpar a têkoşîna li dijî terorê û diyar kir ku hevdîtinên rû bi rû yên asayî û teknîkî tên plankirin.

"Wê rêzecivîn bi beşdariya saziyên cuda bên lidarxistin." Keçelî diyar kir ku di bin koordînasyona wezaretên karên derve, yekeyên ewlehiyê jî di nav de mekanîzmaya şêwrê heye û wiha got:

"Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî hebûna PKKê ya li Iraqê ji tu kesî destûr negirtiye. Ger em ê li dijî rêxistina terorê ya biyanî ya ku ewlehiya me tehdîd dike operasyonekê li dar bixin, yekane saziya ku em ê destûrê jê bistînin NY ye, xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî ye. Ji xeynî vê, di vî warî de em bi ti berhemeke navneteweyî û aliyên sêyemîn re napeyivin."

Keçelî bi bîr xist ku leşkerên Amerîkayê li Iraqê ne û got, "Helbet ji bo têkoşîna me ya li dijî PKKê em bi wan re hevdîtinan dikin. Lê belê ev nayê wateya girtina destûrê."

Keçelî bi bîr xist ku Wezîr Fîdan bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li ser mijara Silêmaniyê û got, “Hin hêviyên me ji Silêmaniyê hene.”

Keçelî got, "Pêngavên ku em karibin têkiliyên xwe yên li Silêmaniyê bigihînin asta beriya çend salan, ji aliyê Silêmaniyê ve hê nehatine avêtin."