Kremlîn: Bi Tirkiyeyê re nakokiyên me hene
PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ve bi rêya bernameya televîzyonê hat ragihandin ku di mijara Suriyeyê de bi Tirkiyeyê re nakokiyên wan hene.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di bernameya Moskow. Kremlin.Putin, de axivî û mijarên rojeva cîhanî nirxandin. Peskov got,
“Di mijara Sûriyeyê de bi Tirkiyê re nakokiyên me hene. Berê me karîbû wan li Soçiyê belav bikin û ji holê rakin. Wekî tê bîra we, belgeyeke ji aliyê 2 wezîran ve hat xwendin û hat desnîşankirin. Piştre me gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan bihîsin û nûnerên me jî daxuyanî dan û diyar kirin ku em ji bicihanîna erkên Tirkiyeyê ne razî ne.
Lê bi Tirkiyeyê re çîrokeke din a xweş heye. Asta peywendiyên me û aqilmendiya siyasî rê dide ku em nakokiyên wiha ne bi rûbirûbûnê lê her çend dûr û dirêj be jî bi danûstendinan çareser bikin.”
Berdevk Peskov bi berdewamî da zanîn ku ev asta ji hev têgihiştin û rêzgirtina ji hev re ji bo şêwirdariya rewşên wiha dijwar bingeheke baş e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin