Tirkiye hewl dide Idlibê ji destê Rûsan xelas bike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê pêşniyareke nû pêşkêşî Rûsyayê kiriye.
Li gor vê pêşniyarê wê grûbên Îdlibê bibine yek û hêzên artêşa Sûriyê derbasî vê herêmê nabin.
Li gorî nûçeya ISNAya ajansa Îranê, Tirkiyê di vê çarçoveyê de ragihandiye ku wê tevgerên xwe yên ewlehiyê û eskerî li sînorê Sûriyê û li Idlibê heya 3 Tebaxê zêde bike.
Wek din Tirkiyê li ser vê esasê, şandina malzemeyên eskerî bo hêzên li Sûriyê û bilindkirina asta parastina sînoran xistiye rojeva xwe.
Ev pêşniyar rastî wê demê hatiye ku Sûriyr û Rûsya dixwazin operasyonekê li ser Idlibê bikin, lê Tirkiye li dij derdikeve û bal dikişîne ser têkçûna peymana Astanayê. Lewra Tirkiye bi komên muxalif ên li Idlibê re dixebite.
Artêşa Tirkiyê di çarçoveya peymana meha îlonê de ku bi Rûsya û Îranê re îmze kir di encama muzakereyên Astanayê de pêk hat 12 navendên çavdêriyê li Idlib û Hemayê pêk anîne.
Ev navend çavdêriya agirbesta navbera dewleta Sûriyê û hevpeymanên wê û komên muxalif de li xwe digire.
Di vê çarçoveyê de li gorî hin raporan, Tirkiyê pêşniyareke nû li bara çaremîn herêma kêmkêşe ya Idlibê raberî Rûsiyê kiriye. Herêma çaremîn a kêmkêşe hin beşên parêzgeha Laziqiyê, Hemayê û Helebê li xwe digire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin