Tirkiye hewl dide di gera nû ya Astanayê de Îran û Rûsyayê bi operasyonê razî bike
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Kazaxistanê, tarîxaf gera bê ya civînên formatê Astanayê ku welatên garantorên Sûriyê, Rûsya-Îran û Tirkiye ligel şanda rejîma Sûriyê beşdarî dikin eşkere kir.
Wezareta Derve ya Kazaxistanê ragihand ku wê gera 18an a Astanayê di 15 û 16ê Hezîranê de li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê were lidarxistin.
Civînên Astanayê ji sala 2017an ve di navbera hersê welatan de dewam dikin, lê heta niha ji bo çareseriya krîza Sûriyê ti encamek ji wan derneketiye.
Li demeke ku Tirkiye amadekariya operasyoneke nû bi ser Rojavayê Kurdistanê dike de, tê çaverêkirin ku Tirkiye hewl bide Rûsya û Îranê ji bo operasyonê razî bike heman wekî dema dagirkirina herêma Efrînê ku Rûsyayê destûra wê dabû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin