Tirkiyê gundê Meranê yê li sînorê navçeya Çemankê bombebaran kir

12 mijdar 2022 19:01
Tirkiyê gundê Meranê yê li sînorê navçeya Çemankê bombebaran kir

PeyamaKurd – Gundê Meranê yê li sînorê navçeya Çemankê ya Amêdiyê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, îro Şemiyê 12.11.2022 balafirên Tirkiyî sê caran li ser hev geliyê gundê Merane yê li quntara çiyayê Garê bombebaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, di ecama bombebaranê de tu ziyanên canî çênebûne, lê ji ber bombebaranê tirs û nîgeranî di nava xelkê deverê de çêbûye.