Balafirên Tirkiyê gundê Mijê ser bi navçeya Dêrelokê bombebaran kir

24 hezîran 2021 14:29
Balafirên Tirkiyê gundê Mijê ser bi navçeya Dêrelokê bombebaran kir

PeyamaKurd – Gundê Mijê ser bi navçeya Dêrelokê ya Amêdiyê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, sê caran li ser hev hat bombebarankirin û ji ber bombebaranê tirseke mezin li nav xelkê belav bûye.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, 05.30 balafirên Tirkiyê dest bi bombebarankirina derdora gund kir û 3 caran li ser hev xaleke PKK ku 1 km nêzîkî gund bû bombebaran kir.

Derbarê ziyananan de ti zanyarî tune ye, lê weke xelkê sivîl ti ziyanên canî nebûne, lê tirs di nava xelkê gund de çêbûye.

Herwiha li gorî zanyariyan şeva derbasbûyî her ji saet 05.00ê êvarî ve topbaran û bombebarankirina Tirkiyê li sînorê navçeya Kanî Masî berdewam bû.

Her li gor zanyariyan, bombebarana balafirên Tirkiyê gundên Bîşîle û Dergela Musa Beg li quntara çiyayê Metîna, geliyê Qumrî û Serê Hemê li nêzikî gundê Hirûr û Kêste li xwe girt.

Rêveberê nahiya Dêrelûkê daye zanîn, derbarê encamên bombebaranên Tirkiyê de heta niha zanyariyên berfireh bi dest wan neketine.