Ji ber êrîsên Tirkiyê agir derdora çend gundên sînorê Kanî Masî ket
16 hezîran 2021 16:29
PeyamaKurd - Ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser çend gundên sînorê Kanî Masî ya ser bi qezaya Amêdiyê, agirekî mezin bi derdora çar gundan ket.
Li gor Rêveberê Nehiyeya Kanî Masî Serbest Sebrî diyar kiriye: “Ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyê, ji do Sêşemê ve agir bi tixûbên gundên Bêqulkê, Dişêşê, Dergela û Qumrî ketiye, berdewam agir berfirehtir dibe û ji kontrola me derketiye.”
Derbarê zerar û ziyanan de jî Serbest Sebrî da zanîn: “Agir bi rez, bostan û berhemên cotkarên wan gundan ketiye, heta niha zerar û ziyan nayên texmînkirin, ji ber dûyekî zêde navenda Kanî Masî û gundên nêzîkî wê navçeyê li xwe girtiye û berdewam agir berfirehtir dibe.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Tirkiyê derdora Bendava Tisrînê cardin bombebaran kir
11 adr 2025
Cîhan
Artêsa Tirkiyê gundên derdora Kobaniyê topbaran kir
03 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin