Tirkiye: “Erîsên mînaka Singalê dê bidomin”
PeyamaKurd - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, ku êrîşa li ser Şingalê di çarçoveya guftûgoya li serdana Heyder Ebadî de hatiye kirin û dê berdewam bike.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Kalin da zanîn: “Em li gel Iraqê li dijî PKKê li ser barnameyeke berfireh a ewlekariyê gotûbêj dikin û di wê bernameyê de hedef ne tenê Şingal e, herwiha Qendîl û Mexmûr jî di hedefa wan de ye.”
Îbrahîm Kalin diyar kir: “Brêz Ebadî dema li Enqereyê bû, meseleya Şingalê bi hemû hûrgiliyan ve hate gotûbêjkirin. Em tenê li ser Şingalê gotûbêj nakin, ji zû ve ye derbarê hebûna PKKê ya li Qendîl û Mexmûrê jî em digel Iraqê li ser pakêteke berfireh a ewlekariyê gengeşê dikin. Hûn dikarin operasyona duh a li ser Şengalê, di çarçoveya wê paketê de binirxînin.”
Kalin destnîşan kir, ku piştî vê operasyonê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê pêwist bibînin dikarin operasyonên din jî bikin û wiha pê de çû: “Ev operasyonên nû dibe ku bejahî be, dibe ku esmanî be jî. Hikûmeta Iraqê jî, ji hebûna PKKê ya li Iraqê nerazî ye û em jî li ser operasyonên xwe bibiryar in. Operasyonên mînaka Şingalê dê ji niha û pê ve jî gelek çêbin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin