Tirkiye: Di operasyona MÎTê ya li Singalê de bepirsa îstixbarata PKKê hat kustin
30 mijdar 2022 16:31
PeyamaKurd – Tirkiye diyar kir, di operasyona MÎTê ya li Şingalê de, bepirsa îstixbarata PKKê hatiye kuştin.
Li gor ajansa nûçeyan “Anadolu” belav kir, di operasyona Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ya li Şingalê de, bepirsa îstixbarata PKKê ya bi navê Fatma Onur hat kuştin.
Weke tê zanîn, Tirkiye di mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê başûrê Kurdistanê gelek operasyon bi rêya dronan, hejmareke ji berpirsên PKK û YPGê kirine armanc.
Herwiha li gor wê ajansa fermî ya Tirkiyê, wan di heyama sê salên borî de nêzîkî 100 berpirsên PKKê li Rojava û Başûrê Kurdistanê kuştine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Tirkiye daxuyaniya operasyona Rojava: Mafê me yê herî xwezayî ye
14 mjd 2024
Cîhan
Ahmet Turk: Bi rastî ev yek dînamîtê dixe paseroja Tirkiyeyê
18 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin