Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Pakîstan ji bo parastina hevpar li hev kirin
Tirkiye, Pakîstan û Erebistana Siûdî ji bo parastina hevpar li hev kirin. Li gorî şertên peymana hat îmzekirin eger êrîşek li ser ji sê welatan yekê bê kirin weke êrîşek li ser her sê welatan hatiye wê were dîtin.
RûpelNews - Peymana Mekeyê ya ku hevpeymaniyeke parastinê ya sêalî di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de saz dike, hate îmzekirin.
Di merasîma îmzekirinê de, ku li Mekeyê pêk hat, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Mîrê Erebistana Siûdî Muhammed bin Salman û Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerif amade bûn.
Daxuyaniyeke hevpar a ku ji aliyê sê welatan ve hat weşandin, tekez kir ku armanca peymanê xurtkirina hêza astengkirinê ya kolektîf li dijî her êrîşekê ye û ne li dijî tu welatekî taybet e. Herwiha di Peymana Parastinê ya Hevpar a Tirkiye-Erebistana Siûdî-Pakistanê de tê diyarkirin ku êrîşeke çekdarî li dijî yek ji sê welatan, dê wek êrîşek li dijî hemûyan were hesibandin.
Peymana her wiha pêşxistina hevkariya parastinê di navbera sê dewletan de di hemû waran de jî dihewîne.
