Erebîstana Siûdî cara yekem jinek wek konsol tayîn kir
Di dîroka Erebistana Siûdî de yekem car jinek wek Konsola Giştî li Houstonê ya Amerîkayê, hate tayînkirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Hat ragihandin ku yekem konsola giştî ya jin a Erebistana Siûdî hat tayînkirin.
Li gorî raporên di çapemeniya vî welatî de, Vefa bint Abdullah al-Merzuki piştî tayînbûna xwe wek Konsola Giştî li Houstonê ya Amerîkayê, li ber Wezîrê Derve Faysal bin Ferhan de sond xwar.
Bi tayînkirina al-Merzuki bo Konsulxaneya Giştî ya Houstonê, cara yekem e ku li Erebistana Siûdî jinek ji bo posta 'Konsula Giştî' tê tayînkirin.
