Tirkiye | Du rêjeyên cuda yên bêkariyê hatin eskere kirin
PeyamaKurd - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) bi amarên cuda rêjeyên dawî yên bêkariyê eşkere kirin.
Li gorî TUÎKê li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Gulana 2022ê de %0.3 kêm bûye û daketiye ji %10.9an û bêkarên ku temenê wan 15 sal û jortir e, di Gulana 2022ê de li gor meha Nîsanê 56 hezar kes kêm bûne û hejmara bêkaran 3 milyon û 785 hezar kes in.
Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di meha Gulanê de hejmara kesên dixebitin 358 hezar zêde bûye û gihiştiye 30 milyon û 839 hezar kesan.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK- AR) encama lêkolîna xwe eşkere kiriye û ragihandiye, di meha Gulana 2022ê de hejmara kesên bêkar gihiştiye 8 milyon û 837 hezar kesan û rêjeya bêkariyê ya giştî jî %22.4 e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin