Tirkiye | 2 amarên cuda yên enflasyona bihayîyê hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Enflasyona bihayiya kelûpelan li Tirkiyê di 6 mehên dawî de, gihîştiye asteke xeter ku mehane ew rêje bilind dibe û saziyên lêkolîna wan amaran jî rêjeyên cuda eşkere dikin.
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ku fermî ye û di bin bandora deshilata Tirkiyê de ye, îro 4ê Tîrmehê enflasyona meha Hezîranê eşkere kir û ragihand, enflasyon bi rêjeya %4.95 zêde bûye û enflasyona salane jî gihîştiye %78.62an.
Herwiha li aliyê din hevdem, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku serbixwe ye amarên enflasyonê eşkere kirin û ragihand, rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê gihîştiye %175.55an ya meha Hezîrana 2022ê jî wekî %8.31 zêde bûye.
Li gorî van amarên dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyonê ji sala 1998an ya herî bilind e ku hatiye eşkere kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin