Blinken û Stoltenberg xwestin Tirkiye û Yûnanistan bi diyalogê de cudahiyên xwe çareser bikin

10 îlon 2022 05:08
Blinken û Stoltenberg xwestin Tirkiye û Yûnanistan bi diyalogê de cudahiyên xwe çareser bikin

PeyamaKurd – Di demên dawiyê de navbera Yûnanistan û Tirkiyê xweş nîne û Yûnanistan giliyê Tirkiyê ji NATO û Amerîkayê re dike. Çend roj berê li ser germbûna dijberiya navbera wan serokkomarê Tirkiyê Yûnanistanê tehdîd kir. Li ser pirsgirêkên navbera her dû dewletan ku her dû jî endamên NATO ne, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ji her dû dewletan xwestin ku pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê de çareser bikin.

Blinken û Stoltenberg li Brukselê li baregeha NATO yê, tevlî civîna NATO bûn û paşî di civîna çapemeniyê de pirs hatin pirsîn. Blinken weha got:

“Her dû welat jî ji bo me welatên hevkar û girîngin. Dostên Amerîkayê ne. Cudahiyên wan hene. Em dixwazin bibînin ku cudahiyên xwe di rêya diyalogê de çareser dikin. Berê wisa bû û em bende ne ku car din weka berê cudahiyên xwe çareser bikin.”

Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg jî di axaftina xwe de weha got:

“Tirkiye û Yûnanistan du hevkarên gelek girîngin. Desteka wan ya cuda ji bo NATO yê heye. Helbet divê cudahiyên navbera wan bi dîplomasiyê çareser bibe. Ji bo di navbera her dû dewletan de bûyerên talûke neqewimin û ber lê bigrin, me mekanîzmeyekî ku asta pirsgirêkan dadixe daniye û berê jî weha hatiye kirin.”