Tirkiye di spîkirina pereyên neyasayî de ket lîsteya gewr

22 cotmeh 2021 12:59
Tirkiye di spîkirina pereyên neyasayî de ket lîsteya gewr

PeyamaKurd – Saziya Hêza Erka Çalakiya Darayî (FATF) ya di bin sîwana Rêxistina Pêşketin û Hevkariyê ya Aborî (OECD), Tirkiye di spîkirina pereyên neyasayî de, xistiye lîsteya gewr.

FATFê bi sedema ku rê li ber girtina spîkirina pereyê neyasayî û fînansekirina negirtiye, Tirkiye xist “Lîsteya Gewr.”

Rêveberê Giştî yê Saziya Hêza Erka Çalakiya Darayî (FATF) Dr. Marcus Pleyer da zanîn: “Li ser belgeyên di rapora Tirkiyê de, Tirkiye ket lîsteya gewr.”

FATFê di rapora 2019an de, derbarê lîsteya gewr de hişyarî dabû Tirkiyê û eşkere kiribû: “Eger Tirkiye di salên pêş de di tekoşîna spîkirina pereyê neyasayî û fînansekirina terorê de pêş nekeve, wê biçe nav lîsteya gewr.”

FATF, sala 1989an ji aliyê welatên G7 ve li Parîsê hat avakirin û li ser asta cîhanê derbarê qaçaxçitiya mirovan, madeyên hişbir, êrîşên terorî û fînansekirina çekên kîmyewî, spîkirina pereyê neyasayî û hinek tawanên din, standartên navdewletî diyar dike.

Di lîsteya gewr a FATFê de, welatên wek Albania, Bahama, Barbados, Kamboçya, Gana, Îzlanda, Jamaika, Mogolistan, Myanmar, Pakistan, Nikaragua, Panama, Sûriye, Uganda, Yemen û Zimbabwe hene.