Tirkiye | Di mehekê de 63 pizîsk û karmendên tenduristiyê ji Covid-19 mirin
06 berfanbar 2020 17:11
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li seranserê Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di meha borî de, 63 pizîşk û karmendên tenduristiyê ji nexweşiya vîrusa koronayê can dane.
Yekîtiya Pizîşkên Tirk li ser hesabên xwe yên medya civakî got: “Em dimrin, meha borî Mijdarê 63 karmendên tenduristiyê bi koronayê can dan. Di nav wan de 17 pizîşk hene.”
Beriya niha jî hatibû ragihandin ku 109 xebatkar û karmendên tenduristiyê dema karê xwe dikirin bi vîrusa korona ketine û can dane.
Li gor amarên wezareta tenduristiya Tirkiyê heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 533 hezar û 198 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 427 hezar û 242 kes baş bûne û 14 hezar û 705 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin