Tirkiye | Pistî karmendên tenduristiyê polîs jî dest bi çalakiyên nerazîbûnê dikin
PeyamaKurd – Karmendên Tenduristiyê yên li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, îro 15ê Kanûnê ji ber mercên giran ên xebatê û kêmbûna mûçeyan kar dane rawestandin û çalakiyên ji bo bicihanîna daxwazên xwe li dar xistin.
Herwiha Sendîkeya Polîsan a Tirkiyê jî ji ber zêdebûna xwekuştinên zêde di nav polîsan de û mercên giran ên xebatê dest bi çalakiyên nerazîbûnê dikin.
Karmendên Tenduristiyê li ser banga Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Sendîkeya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) li seranserê Tirkiyeyê bi daxwaza başkirina şertên wan ên jiyanê ji bo rojekê dev ji kar berdan û derketin grevê.
Kedkarên tenduristiyê li bajarên mîna Diyarbekir, Riha, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Enqere, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersîn, Antalya û Hatayê xwepêşandan kirin.
Karmendên tenduristiyê dibêjin, heta daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin ku ev yek jî dibe sedema krîzeke mezin a tenduristiyê ku welatî nikarin xizmeta tenduristiyê werbigirin.
Li aliyê din piştî di nav salekê de 103 polîsan xwe kuşt û nêzîkî 2 hezar polîsan jî ji ber koronayê can da û herwiha ji ber şertên giran ên kar, polîs jî dest çalakiyên nerazîbûnê dikin.
Hat ragihandin ku îşev 15ê Kanûnê bi hezaran polîs, li ser banga Sendîkaya Ewlekariyê ya Tirkiyê, ji bo dengê xwe bigihînin desthilatê li ser Twitterê çalakiyeke nerazîbûnê pêk tînin û wê gilî û nerazîbûna xwe bînin ziman.
Li Tirkiyê 350 hezar polîs hene û mûçeyên wan di navbera 7-8 hezar lîreyê Tirkî de diguhere ku ew jî dike bi qasî 500-550 dolar.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin