"Tirkiye di çarçoveya serekî rasterast li dijî me û li dijî tevahiya Sûriyê de êrîs dike"

10 tebax 2022 12:29
"Tirkiye di çarçoveya serekî rasterast li dijî me û li dijî tevahiya Sûriyê de êrîs dike"

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir, êrîş di çarçoveya şerekî rasterast li dijî tevahiya Sûriyê de tê kirin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de da zanîn, êrîşa îro ya li ser Qamişlo û gundên Amûdê û êrîşa beriya wê bi çend rojan a li ser herêma Sînaa ya bajarê Qamişlo, herwiha êrîşên bi balafirên bê mirov ên Tirkiyê, di çarçoveya şerekî rasterast li dijî me û li dijî tevahiya Sûriyê de tê kirin.

Herwiha eşkere kir, armanca dewleta Tirk ji van êrîşên domdar ew e ku qada dagirkeriya xwe bifireh bike û desteka manewî ya mezin bide DAIŞê.

Di berdewamiyê de Rêveberiya Xweser bang li aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin, xeteriya mezin a Tirkiyê ya li ser Sûriyê nas bikin û rê li ber bigirin û eşkere kir: “Berdewama vê xeta dijminane, bê guman wê rastî berxwedana yekbûyî ya gelê me were. Gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li ber xwe bide, da ku herêmê, sazî û destkeftiyan biparêzin.