Tirkiyê derbarê YPGê, herêmên ewle û serdana Çavusoglu bo Kurdistanê daxuyanî da
PeyamaKurd - Berdevkê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Aksoy ragihand ku dê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 28-29ê nîsanê Serdana Bexda-Hewlêr û Besrayê bike.
Berdevkê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hami Aksoy ji çapemeniyê re axivî û da zanîn ku dê Mevlut Çavuşoglu dê bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîr Qubat Talabanî û Serokê Konseya Ewlekariyê Mesrûr Barzanî re bicive.
Herwiha Hami Aksoy da xuyakirin ku Çavuşoglu dê bi serokomar, serokwezîr û wezîrê derve yê Îraqê re jî çendîn hevdîtinan pêk bîne.
Aksoy derbarê YPGê de jî axivî û diyar kir ku ji bo ewlekariyê Tirkiyê, li hêviyê ne ku Amerîka gavên berbiçav biavêje. Aksoy wisa axivî:
“Em dibîn Amerîka bi zimanekî tehdîdwarî diaxive. Divê Amerîka fêm bike ku bi van sepanan encamek nayê bidestxistin. Em ji herêmên ewle bi hêvî ne. Divê herêmên ewle 20 mîl yanî 32 kîlometre be û di bin kontrola Tirkiyê de be û YPG nê lê be.”
Aksoy derbarê Îdlibê de jî ev tişt got, “Em û Rûsyayê di mijaraq seqamgerî û aramiua Idlibê de hemfikir in”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 28-29ê nîsanê serdana Bexda-Hewlêr û Besrayê bike. Çavuşoglu dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîr û serokê konseya ewlekariyê û rayerdarên îraqî re çendîn hevdîtinên pêk bîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin