Jefrrey: Me ji bo herêma ewle û vekisîna HSD/YPGê bi Tirkiyê li hev kiriye
PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku wan li ser avakirina herêmeke ewle li Sûriyê, bi Tirkiyê re li hev kiriye û bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re jî bo vê planê bi giştî lihevkirinek bi Tirkiyê re çêbûye.
Jeffrey di hevpeyvîna ligel El Monîtorê de ragihand, wan li ser rêkeftineke ku HSD paşde vekişin û li bakurê Sûriyê herêmeke ewle ava bikin bi Tirkiyê re li hev kiriye.
Nûnerê Amerîkayê herwiha diyar kir ku di vê rêkeftina bo herêma ewle de welatên ewropî cî nagirin û destnîşan kir ku dê hêzên amerîkî jî li herêmê bimînin.
Li gorî vê plana Amerîkayê dê herêma ewle ya bi Tirkiyê re bê avakirin, di navbera Tirkiye û Yekîneyên Parastina Gel (YPG û HSD) de wezîfeya herêmeke tampon bibîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin