Îsraîl beseke mezin a Xezeyê dike herêma ewlehiyê
02 nîsan 2025 21:04
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Îsrael Katz ragiihand ku ji bo bidawîkirina şer divê Hemas nemîne û rehîneyên Îsraîlî serbest bên berdan.
Katz da zanîn, wê li Xezeyê ji herêmên ku pevçûn lê didomin, gelek kes bêne veguhestin.
Herwiha Katz diyar kir ku beşeke mezin a Xezeyê dê di nav herêmên ewlehiyê de bê bicihkirin.
Li aliyê din Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku lîwaya 36emîn ku meha borî ji bo amadehiyên operasyonên li Xezeyê hatibû şandin, wê li herêma Fermandariya Başûr tevlî operasyonê bibe.
Hêjayî gotinê ye, niha Îsraîlê li Xezeyê herêmeke tampon ava kiriye û li navenda herêmê jî qadeke ewlehiyê bi navê korîdora Netzarîm ava kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Îsraîl: Artêşa Lubnanê bi Hizbullahê re hevkariyê dike
23 brf 2025
Cîhan
Amerîka konsulxaneya xwe ya herî mezin a cîhanê li Hewlêrê vedike
03 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin