Rûsyayê nexseya 'Herêma Ewle' belav kir: Artêsa Sûrî 15 xalên çavderiyê çêdike
PeyamaKurd - Piştî rêkeftina 22yê Cotmehê ya navbera Tirkiye-Rûsya Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro daxuyanî da û nexşeya herêma ewle ya ku li ser lihevkirin çêbûye belav kir.
Di nexşeyê de herêmên ku polîsên leşkerî yên rûsî dewriye û çavderiyê bikin û herêma navbera Girê Spî û Serêkaniyê ya ku ji Tirkiyê re hatiye hiştin tê nîşandan.
Herwiha li gorî nexşeyê Kobanî û Qamişlo jî di nav de, artêşa Sûriyê bicih dibe û li seranserê sînor 15 xalên çavderiya leşkerî yên artêşa Sûriyê têne danîn.
Li gor nexşeya rêkeftina Tirkiye-Rûsyayê 5 xalên kontrolê li rojavayê deverên artêşa Tirkiyê ketiyê, heta rojhilatê Firatê têne danîn û 10 xalên din ên kontrolê jî ji rojhilatê Serêkaniyê heta Dêrîkê ku diçe sînorê Iraqê têne bicihkirin.
Herwiha di nexşeyê de deverên ku hêzên Kurdî heta 32 km vekişin û herêma seranser sînor ya kûrahiya 10 km ku Tirkiye-Rûsya dewriye bigerînin jî bi xetên reş hatiye xêzkirin.


Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin